Sedema bombebarana balafirên Iraqê ya sînorê Kerkûkê aşkera bû
PeyamaKurd – Balafirên şer yên Iraqê li ser sînorê Kerkûkê li nahiya Şwanê hinek deveran bombebaran kiribûn lê sedema bombebaranê nehatibû zanîn. Li ser mijarê artêşa Iraqê û CENTCOMê daxwuyanî dan.
Fermandariya Operasyonên Hevppar ya Kerkûkê bi, nivîskî ragihand ku hêzên hewayî yên Iraqê bi balafiran li nêzî Şwanê operasyon kirine ser IŞİDê. Bombebaran li ser sitendina agahiyan ku ciyê IŞİD lê ne tesbît kirine hat kirin û di encama bombebaranê de 4 endamên IŞİDê hatine kuştin.
Li aliyê dinê Fermandariya Hêzên Navendî ya DYAyê (CENTCO)ê ragihand ku agahiyên xwe bi artêşa Iraqê re parvekirine û di operasyonê de destekê dane artêşa Iraqê beşa hêza hewayî. Li ser bûyerê CENTCOMê weha got:
“Hêzên ewlehiya Iraqê di 14ê Cotmehê de li rojhilatê bakûrê Iraqê di êrîşa hewayî de 4 endamên IŞİDê kuştine ku di nav wan de di asta bilind de fermandarekî IŞİDê heye. Navê fermandarê IŞİDê Ebu İsa ye ku bi navê din Şehade Alawi Salih Ulyawi Bacari tê nasîn.”
Ev nivîs 47939 car hatiye xwendin.