Wezîrê Derve yê Iraqê: Em dê hewl bidin grûbên çekdar çekan dayînin

Wezîrê Derve yê Iraqê: Em dê hewl bidin grûbên çekdar çekan dayînin

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên doh (16.01.2025) ragihand, em dê hewl bidin ku grûbên çekdar ên li Iraqê çekên xwe danin û em ê wan ji bo vê yekê razî bikin.

Wî her weha ragihand: Heger hebûna çekan li derveyî kontrola dewletê be, ev nayê qebûl kirin û çênabe ku li Iraqê tiştekî weha hebe.

Fuad Husên ji ajansa Reutersê re ragehand: Hikûmeta Iraqê hewl dide li gel grûbên çekdar ên hevpeymanên Îranê ne danûstandinê bikin û wan razî bikin ku çekên xwe dayînin û li gorî qanûnên dewletê tevbigerin.

Hikûmeta Iraqê di vê demê de, di bin zextên Îsraîl û Amerîkayê de ye da ku di demeke kurt de çareseriyê ji van grûbên çekdar re peyda bike ji bo ku ji nav axa Iraqê êrîşî Îsraîl û Amerîkayê nekin.

Ev nivîs 114 car hatiye xwendin.