Berpirsê Îtalî: Wê dewleta Kurd aramiya Rojhilata Navîn zêde bike
PeyamaKurd - Serokê Komîsyona Siyasî ya Yekîtiya Ewropayê (YE) ya Encûmena Nûneran a Îtalyayê Alessandro Cillo Vignia got ku damezirandina dewleta Kurdan dê aramiya Rojhilata Navîn zêde bike.
Alessandro Cillo Vignia ji Rûdawê re daye xuyakirin, "Damezrandina dewleteke federal a Kurdan a ku ji aliyê Kurdan ve bê birêvebirin, dê ji bo vê herêma ku îro rastî nakokî û pirsgirêkên curbicur tê, bibe faktoreke aramiyê."
"Divê ji bo Kurdên Sûriyeyê jî dewleteke federal hebe"
Vigna li ser statûya Rojavayê Kurdistanê got: "Em wekî parlamenter û saziyên Îtalyayê hêvî dikin ku li Sûriyeyê jî mîna îro li Îraqê heye, desthilateke xurt a Kurdan a herêmî ku xwedî desthilatên yasadanan û rêvebiriyê ye, were avakirin. Divê ji bo Kurdên Sûriyeyê jî dewleteke federal, rêvebiriyeke xweser û herêmeke xwedî desthilatên yasadanê hebe."
Rayedarê Îtalî li ser têkoşîna Kurdan a li dijî DAIŞê diyar kir, "Him Ewropa him jî Amerîka dizane ku gelê Kurd ê qehreman ji bo welatên Rojavayê li hemberî celladên DAIŞê şer kir. Jin û mêrên di nav hêzên Kurdan de li dijî celladên DAIŞê şer kir. Rojava nikare vê yekê ji bîr bike."
Vignia ji bo hikûmeta nû ya Sûriyeyê jî got ku saziya ku niha Sûriyeyê bi rê ve dibe ji bo Îtalya, Ewropa, Amerîka û cîhana Rojavayê hîn nezelal e û wiha pê de çû: "Em çiqas dikarin bi vê rêveberiya nû re diyalogê deynin? Em çiqas dikarin bi vê hikûmeta nû re têkilî deynin? Hemû tişt hîn di destpêkê de ne û nezelal in. Ji perspektîfa welatên Rojavayê ve, pir girîng e ku Sûriye ber bi dewleteke federal ve biçe ku tê de herêmên cuda, miletên cuda û çandên cuda bên temsîlkirin. Helbet em bi taybetî li ser herêma Kurdistanê (Rojava) difikirin ku îro di nav sînorên Sûriyeya nû de ye."
Ev nivîs 109 car hatiye xwendin.