Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya nûnerê Almanyayê yê Sûriyê kir

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya nûnerê Almanyayê yê Sûriyê kir

PeyamaKurd – Îro li Hewlêra paytext Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Wezîrê Derve yê Almanyayê û Nûnerê Taybet ê Almanyayê yê di karûbarên Sûriyê de Tobias Lindner û şanda bi wan re kir.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, pêwendiyên Almanyayê ên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê, guhertinên Sûriyê û pêşhatên dawî yên li Rojhilata Navîn hatin nîqaşkirin.

Nêçîrvan Barzanî spasiya hevkarî û alîkariyên berdewam yên Almanyayê kir ku di warê leşkerî, siyasî û mirovî de pêşkêşî Iraq û Herêma Kurdistanê dike û tekezî li ser wê yekê kir ku ew dixwazin di her warî de hevkariyên xwe yên hevbeş ên li gel Almanyayê berfirehtir bikin.

 

Tobias Lindner diyar kir ku ew pêvajoya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û rêjeya beşdariya bilind a xelkê baş dibînin.

Rayedarê alman her wiha bi Nêçîrvan Barzanî re derbarê hewlên avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê de jî nêrînên xwe par ve kirin.

Di hevdîtinê de ku rewşa Rojhilata Navîn hate nirxandin, her du aliyan tekezî li ser parastina aramî û asayîşê kir û tekezî li ser pêwîstiya hevkariya hemû aliyan a ji bo bidûrxistina deverê ya ji aloziyên zêdetir kirin.

Ev nivîs 31 car hatiye xwendin.