Serokê HUDA PARê: Gav neyên avêtin jî divê PKK çekan deyne

Serokê HUDA PARê: Gav neyên avêtin jî divê PKK çekan deyne

PeyamaKurd - Serokê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Zekeriya Yapicioglu li bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê bi nûnerên dezgehên medyayê re civiya.

Yapicioglu, di civînê de li ser pirsa serdanên şanda DEM Partiyê ya bi Abdullah Ocalan re hevdîtinan dike û rola Serokê MHPê Devlet Bahçelî got: “Birêz Bahçelî axaftinek di koma partiya xwe de kir. Pêvajo bi wê axaftinê dest pê kir. Ev pêvajo çi ye, navê wê çi ye, ber bi ku ve diçe, ev pêvajoyeke bêçekkirinê ye yan jî pêvajoyeke din a çareseriyê ye? Herkes navekî cuda lê dike lê ev rastiyeke ku piraniya kesên li ser vê pêvajoyê diaxivin ji destê yekem ne xwedî zanyarî ne. Kêmasiyeke  cidî ya zanyariyan heye.”

‘Em piştgiriya pêvajoyê dikin’

Zekeriya Yapicioglu diyar kir ku ew kesên li ser pêvajoyê diaxivin tenê texmînan dikin û wiha pê de çû: “Navê wê û girîngiya wê her çi be bila ew be lê em dixwazin balê bikişînin ser van xalan. Ya yekem bêdengbûna çekan û rawestîna xwînê girîng û binirx e. Her hewldaneke ku vê yekê pêk bîne jî ji aliyê me ve bi nirx e û em ê piştgiriya wê bikin. Em dixwazin xwînrijandin raweste û çek bêdeng bin. Em ji wan kesên ku çek di destê wan de ne (PKK) re dibêjin, eger di çareseriya meseleyê de gav bên avêtin û neyên avêtin jî divê teqez çek bêne danîn.”

Ev nivîs 53 car hatiye xwendin.