Lavrov: Me ji Kurdan re got, divê mafên we li Sûriye, Iraq, Îran û Tirkiyê bên misogerkirin
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey, îro 14ê Çile di civîneke rojnamevanî de li ser hilweşîna rejîma Sûriyê got, “Di deh salên borî de, piştî ku serokê berê yê Sûriyeyê Beşar Esed daxwaz ji Rûsyayê kir ku destwerdanê bike û piştî avakirina formula Astana û alîkariya welatên erebî, desthilatên Şamê ti pêşveçûn di prosesa siyasî de nekirin û xwestin rewş wek xwe bimîne.”
Lavrov destnîşan kir, hikûmeta Sûriyeyê ti îradeya parvekirina desthilatê bi opozîsyonê re nîşan neda, li vir ne behsa opozîsyona “terorîst” tê kirin.
Lavrov got: “Bi paşxistina pirsgirêkan re, cezayên aborî yên hatin danîn aboriya Sûriyeyê fetisand. Di heman demê de jî, aliyê Rojhilat ê dewlemend bi petrolê, ji aliyê Amerîkayê ve hatibû dagirkirin û dahatên wê ji bo piştgiriya ruhê cudaxwaziyê li bakurê rojhilatê Sûriyeyê hatin bikaranîn.”
Wezîrê Rûsî eşkere kir: “Me bi Kurdan re behsa pêwîstîya hebûna desthilata navendî kir, lê wan got ku Amerîka dê alîkarîya wan bike, da ku hikûmeta xwe ava bikin. Me ji wan re got ku Tirkiye û Îran rê nadin ku dewleteke we ava bibe û divê mafên we di çarçoveya Sûriye, Iraq, Îran û Tirkiyeyê de bên misogerkirin.”
Lavrov diyar kir: “Şamê jî guh neda gotûbêjan çaksaziyê yên ku Neteweyên Yekgirtî, platforma Moskowê, platforma Qahîreyê û opozîsyona ku li Stenbolê dimîne behsa wan dike, vê yekê jî hişt pêwendiya aliyan bigihe rêyeke girtî ku di encamê de ev teqîn pêk hat.”
Wezîrê Derve yê Rûsyayê got, “Balyozxaneya me ji Şamê derneketiye û pêwendiya me berdewam e û em dixwazin di rewşa niha de hevkar bin.”
Ev nivîs 64 car hatiye xwendin.