Hukumeta Iraqê 2yê Nîsanê “Roja Şehîdên Kurdên Feylî” îlan kir

Hukumeta Iraqê 2yê Nîsanê “Roja Şehîdên Kurdên Feylî” îlan kir

PeyamaKurd – Hukumeta Iraqê 2yê Nîsanê “Roja Şehîdên Kurdên Feylî” îlan kir. Rêvebirê karên şehîdên Iraqê û Kurdên Feylî Tariq Mendelawi di daxwuyaniya xwe ya ji bo Rûdawê re gotiye ku ji bo destnîşankirina roja şehîdên Kurdên Feylî name ji serokwezîr Sudanî re şandiye û bersiva erênî jê girtiye.

Mendelawi, got ku serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya es-Sudani, îro (04.01.2025) biryarnamê îmza kiriye ku her sal di 2yê Nîsanê de, roja şehîdên Kurdên Feylî be. Mendelawi weha dewam dike:

“Serokwezîrê Iraqê biryarê da ku her sal di 2yê Nîsanê de, seet di 10.00an de, li dezgeyên dewletê yên Iraqê û Kurdistanê xebatkar yek deqeyekî li şehîdên Feylî rêz bigrin. Wê ev biryarname ji temamê wezaret û dezgeyên Iraqê re bê şandin, wê ji parêzgehan û meclisên parêzgehan re jî bê şandin û li gor biryarnamê dê amadekarî bênkirin.”

Mendelawi bibîr xist ku bi deh hezarî Kurdên Feylî di wexta rejîma Baasê de ji malên xwe hatin sirgûnkirin, dest danîn ser malên wan û ji 22 hezarî zêdetir Kurdên Feylî ji aliyê rejîma Baasê de hatin îdamkirin.

Kurdên Feylî ji ber baweriya xwe ya netewî û dînî ketin ber zor û şiddeta rejîma Baasê, li ser biryara Baasê ya jimare 666 ya ku wan di salên 1980an de ji ser warên xwe rakirin, dest danîn ser malên wan, ciwanên wan xistin zîndanan û hatin dardekirin.

Biryara 666 ya Baasê, di sala 2006an de bi biryara jimare 26 hat betalkirin, Kurdên Feylî car din bi fermî hatin naskirin.

Heya niha jimara Kurdên Feylî yên li Bexdayê û bajarên din dijîn nayê zanîn.

Ev nivîs 212 car hatiye xwendin.