Mehabad | Rejîma Îranê jineke kurd girt

Mehabad | Rejîma Îranê jineke kurd girt

PeyamaKurd – Jina kurd a ji bajarê Mehabada Rojhilatê Kurdistanê, Gelawêj Mihemedî Erşad ku di tebaxa 2024an de hatiye girtin û piştre bi 4 meh zîndanê hatibû mehkûmkirin, xistin girtîgeha navendî ya Ûrmiyeyê.

Li gorî raporeke Saziya Mafê Mirov a Hengawê, Gelawêj Mihemedî Erşad (45), roja yekşemî (12.01.2025) piştî ku bo dadgeha cezayên Mahabadê hatibû gazîkirin, hatiye girtin û ew xistine Girtîgeha navendî ya Ûrmiyeyê. 

Hengawê da zanîn ku berî demekê Mihemedî-Erşad bi tawana “propagandakirina li dijî dewletê” ji aliyê şaxê 1ê Dadgeha Înqilaba Îslamî ya rejîmê ya Mehabadê ve mehkûmî bi 4 mehên zîndanê hatibû kirin. mehkûmkirin.

Ev nivîs 52 car hatiye xwendin.