Mezlûm Ebdî ji bo Kobaniyê piştgiriya navnetewî xwest: Divê bêjin 'êdî bes e'!
PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî got ku Kobanî di rewşeke dijwar de ye û ji bo vê jî pêwîstî bi piştgiriya navneteweyî heye.
Mezlûm Ebdî bi minasebeta şerê li derdora Kobanî û Bendava Tişrînê peyamek belav kir û li Kobaniyê şer û pevçûn berdewam dikin, şervanên wan jî êrîşên komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê têk dibin.
Ebdî eşkere kir ku ew amade ne beşdarî pêvajoya nû ya siyasî li Sûriyê bibin û wiha axivî: "Em amade ne ku ji bo avakirina Sûriyeyeke nemerkezî beşdarî pêvajoya nû ya li Sûriyeyê bibin."
Mezlûm Ebdî bal kişand ser ku li Kobaniyê rewşeke taybet heye û got, “Li Sûriyeyê rewş hinekî aram e lê li Kobaniyê dîsa şer heye. Şervanên me bi berxwedaneke mezin êrîşan têk dibin."
Fermandarê HSDê di peyama vîdyoyî de ragihand ku li dijî DAIŞê bi hezaran şervanan can daye û diyar kir, "Dema ku dewlet û hêzên cîhanî li hemberî DAIŞê bêdeng man, şervanên azadiyê gotin 'Bes e' û şerekî dîrokî kirin."
Herwiha Mezlûm Ebdî bang li civaka navnetewî kir ku divê êdî her kes bibêje "Êdî bes e" û li dijî êrîşên ser Kobaniyê helwestekê nîşan bidin.
Ev nivîs 69 car hatiye xwendin.