Dewleta Çadê peymana xwe ya bi Fransayê re betal kir

Dewleta Çadê peymana xwe ya bi Fransayê re betal kir

PeyamaKurd – Welatên Afrîkayê Mali, Nijer, Burkina Faso, Senegal û Fildişi peyamanên xwe yên bi Fransayê re betal kiribûn û niha dewleta Çadê peymana leşkerî ya di 24.11.2024an de bi Fransayê re îmza kiribû, betal kir.

Peymana navborî ya xwurtkirina sanayiya bergiriyê û ewlehiyê bû û Çadê peymanê betal kir. Piştî betalkirina peymanê balafirên şer û yekîneyên Fransayê dest bi vekişandina ji Çadê kirin.

Baregeha Fransayê ya li Çadê ya bi navê Fayayê teslîmî artêşa Çadê kirin. Hat plankirin ku baregeha li payîtexta Çadê ya li Encemine, di 31.01.2025an de teslîm bikin.

Li ser gotinên ku Fransa li dewletên navborî ne xwediyê tiştekiye, serokê Fransayê Emmanuel Macron got:

“Vekişîna leşkerên me, desem Afrîkîne û sedem ne em in. Fransa ji Afrîkayê venekişiyaye û bi awayekî dinê wê rêya xwe dewam bike. Eger leşkerên Fransayê li herêmê bicîh nebûna, îro yek ji wan dewletan nedibû dewlet.”

Ev nivîs 29 car hatiye xwendin.