Yekîneyên leşkerî yên Îsveçê gihan Letonyayê
PeyamaKurd – Wezîrê bergiriyê yê Îsveçê Pal Jonson ragihand ku yekîneyên leşkerî yên Îsveçê yên ku wê di çarçova hêzên bejayiyê yên NATO (FLF) de bixebitin gihane welatê Letonyayê.
Ev pêşdeçûn ji bo ewlehiya herêma Baltikê xwurt bikin, wekî pêngavekî girîng tê şirovekirin. Jonson ragihandina xwe di ser hesabê xwe yê Xê de weha kir:
“Bicîhkirina leşkerên Îsveçê ya li Letonyayê ji aliyê dîrokê de girîng e. Wekî perçeyekî ji bergiriya kollektîv ya NATOyê, ewlehiya herêma Baltike xwurt dike û ji bo dahatûyekî bi ewle em dibin yek.”
Îsveç, di 7ê Aadara 1924an de bû endamê NATOyê û cara ewiliye ku leşkeran dişîne welatekî derveyê xwe.
Ev nivîs 24 car hatiye xwendin.