DYA di despêka şerê bi Rûsyayê re destekê daye hiberîna İHAyan
PeyamaKurd – Hukumeta DYAyê di despêka şerê bi Rûsyayê re li Ûkraynayê, destekê daye hiberîna İHAyan. Tenê di meha Êlûna borî de 1,5 milyar dolar ji bo hilberîna İHAyan de destekê daye.
Şêwirmendê ewlehiya netewî yê DYAyê Jake Sullivan ragihand ku bi salaye ev desteka bi dizî ji bo endustriya İHAyan tê dayîn û li ser seyra şer bandorekî rastteqîne dike.
Li gor rojanama DYAyê ya bi navê New York Timesê; ev perê ji veberhênanê, ji bo hilberîna balafirên bêajotvan, ji bo xwurtkirina şîrketên DYAyê, ji bo peymananên bi wan re xwurt bikin, hatiye xerckirin.
Ev nivîs 28 car hatiye xwendin.