Li bajarê Lazkiyê depoya Beşar Esad ya hebên hişbir tê de hildiberandin derket ortê
PeyamaKurd – Depoyekî mezin ya aîdê Beşar Esad ê serokê rejîma Baas a Sûriyê, li bajarê Lazkiyê ya li qerexê Derya Sipî derket ortê. Hatibû gotin ku kara malbata Esad salane ji van heban 2,4 milyar dolar bûye. Depoya navborî tenê yek ji depoyên malbata Esad e.
Li ser agahdarbûna ji depoya bajarê Lazkiyê, hêzên asayîşa nûh ya Sûriyê çûn bajarê Lazkiyê û li wê derê di lîmanê de ciyê ku hebên hişbir yên ‘captagon’ dihatin hilberîn û ji bo sewqiyatê weke paket amade dikirin, ket destê asayîşê.
Di dîmenan de jî tê dîtin ku heb û maddeyên Captagon di nav motorsîkletên leystikê de, di deriyan de, di lûla nagêleyan de û di qilifên kursiyên erebeyan de hatine veşartin.
Li gor AA dibêje, fermandarê hêzên asayîşa Sûriyê Ebu Reyyan ragihandiye ku depo yê birayê Beşar Esad yê Mahir Esade ku yê tumena 4em bû ye. Reyyan, ragihandiye ku maddeyên hişbir paketkirîbûne da şandibûna welatên Rojava û welatên Kendavê lê wext têr nekiriye ku bişînin.
Mahir Esad di ser Lubnanê de bi milyar dolaran maddeyên hişbir dişand welatê dinyayê û karê qaçax dikir.
Li gor raporên Brîtanyayê; Esad, li seranserê dinyayê, di hilberîna Captagonê de berpirsiyariya wî %80 yê bûye. Di asta dinyayê de qiymeta bazirganî ya Captagonê 10 milyar dolar bû û kara Esad ji Captagonê 2,4 milyar dolar bû ye. Ev rêjeyên dewleta Brîtanyane.
Ev nivîs 29 car hatiye xwendin.