Li Ermenistanê nîşana dewletê dan parlementerê Kurd Kinyazê Hemid
PeyamaKurd – Serokê parlementoya Ermenistanê Alen Simonyan ji ber xebata parlementerê Kurd Kinyazê Hemîd, xelata dewletê dayê. Xelat li bajarê Abovyanê yê nêzî Yerîvanê di mala Kinyazê Hemîd de bi merasimekî fermî danê.
Bi xelatê re, silavên serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan, plaketa serkeftinê û madalya zêrîn gihandin Kinyazê Hemîd.
Seredana Simonyan ya ji bo Kinyazê Hemîd weke surprîzekî hat qebûlkirin ji ber berê Kinyazê Hemîd emeletiyatekî dijwar derbas kiribû û seredan asta qerdê ku didinê nîşan dide.
Kinyazê Hemid, 30 sale ku şêwirmendî û nûnertiya Kurdên Eremnistanê dike. Kinyazê Hemîd bi eslê xwe ji eşîra Brûkiyaye û di sala 1945an de hatiye dinyayê.
Di her 3 hilbijartinên parlementoya Ermenistanê de bû parlementer û ji ber temenê wî yê herî mezin bû, di parlementoyê dihat bijartin, ew bi xwe serokatiya parlementoyê dikir.
Ev nivîs 31 car hatiye xwendin.