Iraq | Di goreke komî de termên 7 jin û zarokên Kurdên enfalbûyî hatin dîtin
PeyamaKurd - Saziya Şuheda ya Iraqê eşkere kir ku lêgerîna li dû gorên komî yên li navçeya Tel Şêxiye ya parêzgeha Musena temam bûne û 155 term hatine dîtin ku rejîma Beas ew di salên 80’yî de bi zindî xistibûn gorê.
Pêgeha El Mesra da zanîn ku rêveberê giştî ya pirsa gorên komî ya ser bi wê saziyê Ziya Kerîm ragihandiye: “155 termên bi zindî xistibûn gorê hatine dîtin û ew radestî bijîşkê dadî hatine kirin, ku 7 jin û zarokên kurd ên enfalbûyî û ji aliyê rejîma berê ve hatibûn şehîd kirin jî di nav de ne.”
Hêjayê gotinê ye pêla enfalê ew komkujiye bû ku, di salên heştêyan de ji aliyê rejîma Beas ve li Iraqê dijî kurdan hate birêvebirin û di zêdetirî 182 hezar kurdên bêguneh û bê çek hatin şehîd kirin.
Ev nivîs 38 car hatiye xwendin.