Dîroka hevdîtina duyem a bi Ocalan re diyar bû: Şanda Îmralî serlêdanê dike
PeyamaKurd – Şanda DEM Partiyê ya ku 28ê Kanûna 2024an serdana Îmraliyê kiribû û bi Abdullah Ocalan re civiyabû, wê cara duyem serdana wî bike.
Şanda ku ji parlamenterên DEM Partiyê Pervîn Buldan, Sirri Suriyya Onder û siyasetmedar Ahmet Turk pêk tê, roja duşemê wê serlêdana Wezareta Dadê ya Tirkiyê bike daku hevdîtinê ligel Ocalan pêk bînin.
Şandeyê ragihand ku dîroka hevdîtinê hatiye diyarkirin û lewma jî ew dê sibe duşemê serlêdanê li Wezareta Dadê bikin.
Hate gotin ku heyet çaverê ye di demeke kurt de wê serdanê pêk bîne.
Ev nivîs 47 car hatiye xwendin.