Artêşa Îsraîlê: Lîsteya dîlan nehatiye, heta Hemas daxwazan bicih neyîne wê êrîş bidomin

Artêşa Îsraîlê: Lîsteya dîlan nehatiye, heta Hemas daxwazan bicih neyîne wê êrîş bidomin

PeyamaKurd – Berdevkê Artêşa Îsraîlê Daniel Hagarî, di demeke ku agirbesta Xezeyê dikeve meriyetê de got, “Heta Hemas daxwazên me bicih neyîne wê êrîşên artêşê berdewam bikin.”

Hagarî diyar kir ku Hemasê berpirsiya xwe ya dayîna lîsteya dîlên Îsraîlê bicih neanîne û heta daxwazên wan neyên cih wê êrîş jî berdewam bikin.

Hêjayî gotinê ye, tevî ku agirbestê îro dest pê kiriye jî hîn mijara radestkirina dîlên Îsraîlî yên di destê Hemasê de ku tê texmînkirin 33 kes in zelal nebûye û Îsraîl dibêje, Hemasê hê jî lîsteyên dîlan teslîmî wan nekirine.

Herwiha Hagari, da zanîn ger Hemas agirbestê binpê neke artêş amade ye ji agirbestê re.

Ev nivîs 41 car hatiye xwendin.