Hemasê lîsteya rehîneyan radestî Îsraîlê kir

Hemasê lîsteya rehîneyan radestî Îsraîlê kir

PeyamaKurd – Piştî daxuyaniyên rayedarên Îsraîlê yên derbarê radestnekirina dîlên îsraîlî de, Hemasê ragihand wan lîsteya rehîneyên ku îro têne berdan ji Îsraîlê re şandiye.

Berpirsekî Tevgera Hemasê îro Yekşemê ragihand ku wan lîsteya dîlên ku îro bêne berdan radestî Îsraîlê kiriye.

Hêjayî bibîrxistinê ye, agirbesta Xezeyê îro li demjimêr 09.30 dest pê kir, lê ji ber radestnekirina lîsteya dîlan Îsraîlê ragihandibû ku wê agirbest heta ew lîste neyê dest pê neke.

Ev nivîs 42 car hatiye xwendin.