Li Rojavayê Kurdistanê metirsiya hişkesaliyê çêbû: Baran nebare wê ziyan pir zêde be

Li Rojavayê Kurdistanê metirsiya hişkesaliyê çêbû: Baran nebare wê ziyan pir zêde be

PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê ji ber kêmbûna baranê metirsiya hişkesaliyê çêbûye û zevî ber hişkbûnê diçin.

Ji ber kêmbûna baranê cotkarên Rojavayê Kurdistanê dest bi avdana zeviyên xwe dikin û yên ku bîrên wan tune ne jî ji ber ziwahiyê bê çare mane.

Rêjeya zeviyên bejayî li herêmê digihe nêzîkî 70% ku di salên borî de di werzê zivistanê de rêjeya baranbarînê nêzîkî 500 metrekub bû, lê îsal û heta niha rêje bi tenê gihiştiye 50 metruban.

Hêjayî gotinê ye, cotkarên ku zeviyên xwe zû çandine û xwedî bîrên avê ne, ji bo berhemên xwe ji hişkbûnê rizgar bikin dest bi avdanê kiriye. Ger baran di vê werzê de nebare tê gotin ku wê ziyaneke mezin bigihe cotkarên Rojavayê Kurdistanê û bandora wê li Sûriyê bi giştî jî hebe.

Ev nivîs 8 car hatiye xwendin.