Îro 56emîn salvegera koça dawî ya Şêx Ehmed Barzanî ye

Îro 56emîn salvegera koça dawî ya Şêx Ehmed Barzanî ye

PeyamaKurd – Şêx Ehmed Barzanî rêberekî mezin û şoreşger û tijî xwedaperestî, niştimanperwerî, dadperwerî, parastina jiyana hevbeş û rawestana li hember zilmê ye, navekî ku dê hertim di dîroka Kurdistanê de bibiriqe. 

Şêx Ehmed Barzanî di sala 1896an de li herêma Barzanê hatiye dinê. Hê 7 salî bû ku bavê wî Şêx Mihemed wefat kir. Birayê wî yê mezin, Şehîd Şêx Ebdulselam Barzanî, kete şûna bavê xwe û têkoşîna xwe ya însanî, olî û şoreşgerî domand. 

Piştî şehadeta Şêx Ebdulselam Barzanî ya di sala 1914an de ya ji aliyê Osmaniyan ve, Şêx Ehmed Barzanî ku birayê Şêx Abdulselamê biçûk bû, têkoşîna xwe berdewam kir û rêya Barzanî berdewam kir. Şêx Ehmed Barzanî wê demê 18 salî bû.

Şêx Ehmed Barzanî ku wê demê ciwan bû, rêya Barzanî pêş xist. Di sala 1919an de piştgiriya şoreşa Şêx Mehmûdê Hefîd (Berzencî) dike û ji şêx û serokên eşîrên Behdînan re nameyan dişîne û wan teşwîq dike ku alîkariya Şêx Mehmûdê Hefîd bikin.

 Di sala 1931ê de, ji ber nakokiyên xwe yên li gel hikûmeta Iraqê, şer û pevçûn di navbera hêzên Barzanî û artêşa Iraqê de derket û nêzîkî salekê dom kir, ku bi serokatiya Şêx Ehmed bi navê Şoreşa Barzan a Yekemîn tê naskirin. 

Di Kanûna 1969an de rewşa saxlemiya Şêx Ehmed Barzanî xirab dibe û nexweş dikeve. Di 9ê Kanûna 1969an de ji bo dermankirinê bi helîkopterê birin Bexdayê, lê sibeha 11 Kanûna 1969an li nexweşxaneya Îbnî Sîna ya Bexdayê jiyana xwe ji dest da.

Ev nivîs 72 car hatiye xwendin.