Biden: Agirbesta li Xezeyê bi piştgiriya me pêk hat
PeyamaKurd – Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Bidenê ku amadekariya radestkirina peywira xwe dike, der barê peymana agirbestê ya Xezeyê de got, “Agirbest bi piştgiriya me pêk hat.”
Serokê Amerîkayê Joe Bidenê ku dê bi merasîma sondxwarinê ya ku dê sibê were lidarxistin, peywira xwe radestî Donald Trump bike, li ser agirbesta li Xezeyê axivî.
Biden got ku pevguhertina rehîneyan piştî danûstandinên dirêj dest pê kir. Biden amaje bi wê yekê kir ku şerê ku 15 mehan berdewam dike bi agirbestê bi dawî bûye û got ku zextên wan di vê yekê de bi bandor bûne.
Biden, diyar kir ku mizakere qet ne hêsan in û anî zimên, “Agirbest bi piştgiriya me pêk hat. Piştgiriya Qeter û Misrê rê li ber ketina agirbestê vekir. Me zexteke mezin li Hemas û Îsraîlê kir.”
Ev nivîs 38 car hatiye xwendin.