Serokê Koreya Başûr Yoon hat girtin
PeyamaKurd – Serokdewletê Koreya Başûr Yoon, ku bi sûcdariya serhildanê ji bo îlankirina qanûna leşkerî hatibû binçavkirin, hate girtin.
Yoon Suk Yeolê ku di çarçoveya lêpirsîna li ser îlankirina qanûna leşkerî ya li Koreya Başûr de ji wezîfeya xwe ya serokkomariyê hat betalkirin û hat binçavkirin, hat girtin.
Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a Yonhapê ya Koreya Başûr, Yoon ku di 15ê çile de hatibû binçavkirin, ji aliyê Dadgeha Herêmî ya Rojava ya Seûlê ve bi îdîaya “serkêşiya serhildanê" û “îstîsmara desthilatdariya xwe” hate girtin.
Ev nivîs 32 car hatiye xwendin.