Şandeyeke Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêka mûçe serdana Bexdayê kir

Şandeyeke Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêka mûçe serdana Bexdayê kir

PeyamaKurd – Wezareta Darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, îro danê êvarê, (19.01.2025), şandeyeke hikûmetê ya bi serokatiya Wezîrê Darayî Awat Şêx Cenab çû bajarê Bexdayê.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, armanca serdanê gotûbêjkirina guhertinên nexşerêya budceya giştî ya Iraqê ya sala 2025an û “çareserkirina astengiyên li pêşiya mûçeyên karmend û mûçegirên Herêma Kurdistanê ye.”

Çavkaniyekî din ê di wezaretê de jî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku şandeyek ji bo gotûbêjkirina mijara mûçe, peymanên nû û mûçeyên darayî yên Herêma Kurdistanê dê biçe Bexdayê û da zanîn ku şanda Herêma Kurdistanê dê li gel Wezîrê Darayî yê Iraqê Taif Samî dê bicive.

Wî wekî din jî diyar kir: “Armanca serdanê gotûbêjkirina pirsa mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê bi giştî, mûçeyên meha kanûna 2024an û mijarên din ên aborî yên navbera Hewlêr û Bexdayê ye.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê 11 mehên mûçeyên sala borî belav kir, Wezareta Darayî ya Iraqê jî eşkere dike ku mûçeyên sala 2024an temam kirine.

Beriya niha jî çavkaniyekî pilebilind ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re gotiye, serdana şanda Herêma Kurdistanê “wekî berdewamiya gotûbêjên meha kanûna sala borî” ye.

Ev nivîs 29 car hatiye xwendin.