Li Sûmarê mayînek teqiya û 2 kes birîndar bûn

Li Sûmarê mayînek teqiya û 2 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li “Ban Mîl”a bi ser Sûmara Giyelana Kirmaşanê, mayîneke ji ber şerê Iraq û Îranê mayî teqiya û jin û mêrek birîndar bûn ku li herêmê koçerî dikir.

Raporeke ku gihîştiye Saziya Mafê Mirov a Hengawê ragihîne ku roja pêncşemê, (16.01.2025) ji ber ku mayîneke ji ber şerê Iraq û Îranê mayî teqiyaye, jin û mêrek li devera “Ban Mîl”ê ya devera sînorî ya bi ser Giyelana Kirmaşanê birîndar bûne û birînên wan xedar in. 

Hengaw diyar dike ku jina birîndar Necîbe Ceferî (55) û mêrê birîndarbûyî jî Kemal Îhsanbexş (65) e. 

Jêder diyar dikin ku parçeyên mayînê li zik û çavê rastê yê wê jinê ketiye û yê wî mêrî jî li piyê wî yê çep û rastê ketiye. 

Wekî din, Hengaw tekez dike ku ev her 2 birîndar rakirine nexweşxaneya Xumeynî ya li bajarê Îlamê.

Ev nivîs 35 car hatiye xwendin.