Sînem Mihemed li ser navê Rojavayê Kurdistanê beşdarî merasîma Trump dibe

Sînem Mihemed li ser navê Rojavayê Kurdistanê beşdarî merasîma Trump dibe

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Nûnera Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) a li Amerîkayê Sînem Mihemed, li ser navê Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê û HSDê beşdarî merasîma sondxwarinê yê destbikarbûna Donald Trump bibe.

Sînem Mihemd li ser pirsa Mezlûm Ebdî beşdarî merasîmê dibe yan na? Ragihand ku ti şandek ji Rojavayê Kurdistanê nehatiye Amerîkayê û wî jî gotiye ew nayê.

Mihemed ji Rûdawê re gotiye, “Înşallah ez dê beşdar bibim.. Ez dê bi tena xwe beşdar bibim.”

Li ser civîna di navbera Serokê Mesûd Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî de Sînem Mihemed diyar kir, gelekî girîng bû û ev xwesteka hemû gelê Kurd bû û destnîşan kir, di civîna Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî de rola Kurdan a li Sûriyeyê hatiye gotûbêjkirin.

Mihemed da zanîn, piştevaniya Serok Barzanî gelekî girîng bû û got, “Serok Barzanî û General Mezlûm dixwazin Kurd bibin yek û bi helwesteke hevbeş bi Şamê re gotûbêjan bikin.”

Ev nivîs 59 car hatiye xwendin.