Mesrûr Barzanî û Serokê Îmarata Erebî civiyan: Pir kêfxweşim
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokê Îmarata Erebî Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan li Ebû Dhabîyê civiyan.
Di hevdîtinê de geşedanên dawî yên Iraq û herêmê hatin gotûbêjkirin û tekezî li ser bihêztirkirina pêwendiyên dostane di navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê de û pêşxistina hevkarî û hevahengiya dualî di warên cuda cuda de hat kirin.
Piştî hevdîtinê Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê medya civakî Xê parvekirinek kir û got, “Gelekî pê kêfxweşim ku bi birayê xwe Cenabê Şêx Mihemed bin Zayed re hatim ba hev. Me pêwendiyên xwe yên bihêz û geşedanên herêmê gotûbêj kir.”
Ev nivîs 49 car hatiye xwendin.I’m pleased to see my brother HH Sheikh @MohamedBinZayed in Abu Dhabi.
— Masrour Barzani (@masrourbarzani) January 19, 2025
We discussed our strong bilateral ties and developments in the region. pic.twitter.com/ePCoxReV5R