HRWê li ser îdaman Iraq hişyar kir û pesnê Herêma Kurdistanê da

HRWê li ser îdaman Iraq hişyar kir û pesnê Herêma Kurdistanê da

PeyamaKurd – Rêxistina Navdewletî ya Şopandina Mafên Mirovan (HRW) hişyarî da ku cezayê bidarvekirinê li Iraqê zêde bûye. HRWê herwiha pesnê Herêma Kurdistanê jî da ku cezayê bidarvekirinê nayê bicihkirin.

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (Human Rights Watch) di rapora xwe ya dawî de eşkere kir, cezayê îdamê li Iraqê di sala 2024an bi awayekî berbiçav zêde bûye.

HRWê diyar kir, berpirsên Iraqê bêyî agahdarkirina parêzer û endamên malbatan û tevî hebûna raporên derbarê îşkenceya beriya darvekirinê, ev ceza li ser girtiyan pêk anîne.

Li gorî raporê, di sala 2023an de li Iraqê 13 kes bi hev re hatine bidarvekirin ku weke bidarvekirineke bikomî tê hejmartin. Di sala 2024an de jî hejmarek bidavekirinên komî hatine kirin.

HRWê pesnê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî da ku 466 kesên ku cezayê bidarvekirinê li wan hatiye birîn hene, lê heta niha ev ceza nehatiye bicihkirin û ev yek wekî helwesteke baş nirxand.

Human Rights Watch pêşwazî li wê yekê kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji sala 2008an ve, cezayê bidarvekirinê rawestandiye û bicih nake.

Ev nivîs 41 car hatiye xwendin.