Qasım Araci bal kişand ser vekişîna welatan ji Kampa Holê
PeyamaKurd – Şêwirmendê Asayîşa Netewî ya Iraqê Qasim Araci diyar kir ku divê welat ji Kampa Holê ya li Sûriyê vekişin, bi hêceta ku wê ewlehî û aramiya herêmê li cîhanê bihêz bike.
Di daxuyaniya Ofîsa Araci ya roja Şemiyê 18.01.2025ê de hat ragihandin ku Qasim Araci bi Balyozê Awûstralya yê li Bexdayê Glenn Miles re hevdîtin pêk aniye.
Hat destnîşankirin ku di hevdîtinê de têkiliyên dualî yên di navbera her du welatan de, di mijara têkoşîna li dijî terorê de hevkariyên hevpar çawa dikarin pêş bikevin û agahî çawa bên parvekirin hatin gotûbêjkirin.
Di civînê de mijara kampa Holê jî hate gotûbêjkirin û tekezî li ser wê yekê hat kirin ku divê welat ji kampa Holê ya li Sûriyê vekişin, bi hêceta ku wê ewlehî û aramiya herêmê li cîhanê bihêztir bike.
Araci diyar kir ku wan ji peymana agirbesta li Xezzeye peşwazi kir û got ku giring e li gor peymanî tevbigerin û gihandina alîkariya mirovahiyê ji bo gelê Xezzêye bi lez were kirin.