Di doza Ahmet Turk de biryara beraatê hat dayîn
PeyamaKurd – Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hat kirin, doza ku derbarê Hevşaredar Ahmet Turk de bi îdiaya “Ji kar avêtina xizmên xazî û şehîdan” hatibû vekirin, biryara beraetê da.
Piştî ku di sala 2019an de ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê ve cara duyemîn qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê kir, 5 kesên ku di nav wan de kesên ku li şaredariyê dizî kirine jî hene, bi hinceta ku xizmên xazî û şehîdan ji kar derdixin gilî kiribûn.
Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê piştî giliyê li ser talîmata qeyûmê wê demê Mustafa Yaman, derbarê Hevserokê Giştî Ahmet Turk, Alîkarê Sekreterê Giştî yê wê demê Mustafa Yıldız û Alîkarê Sekreterê Giştî yê wê demê Hacî Uzmez de bi sûcdariya “îstîsmarê” lêpirsîn da destpêkirin."
Di sala 2022an de Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê derbarê Hevserok Ahmet Turk, Yildiz û Uzmez de bi hinceta “îstîsmarkirina wezîfeyê” îdianame amade kiribû.
Dadgehê di doza ku li 2yemîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Mêrdînê destpê kir de biryara beraetê da.
Di pêvajoya darizandinê de hat tespîtkirin ku ev kes weke xizmên xazî û şehîdan nehatine girtin û ji bo xizmên xazî û şehîdan jî pîvanên wan cih nagirin.
Dîsa di pêvajoya darizandinê de hat diyarkirin ku şaredarî ne mecbûr in ku xizmên xazî û şehîdan bi kar bînin û bi xala yekem a ku di sala 2013an de li zagona jimare 3713an hatiye zêdekirin, karkirina xizmên xazî û şehîdan hatiye sererastkirin. Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî ji bo cîbicîkirina madeyê rayedar bû.
Piştî ku dadgehê biryara xwe ya bi hincet eşkere kir, muştekiyan di maweya diyarkirî de ti îtîraz li Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Diyarbekirê nekirin. Piştî ku muştekî tu îtîraz nekirin, biryar bi dawî bû.
Ev nivîs 47 car hatiye xwendin.