Herêma Kurdistanê’ jî beşdarî merasîma sondxwarinê ya Trump dibe

Herêma Kurdistanê’ jî beşdarî merasîma sondxwarinê ya Trump dibe

PeyamaKurd – ‘Nûnerê Washingtonê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Trife Ezîz ji bo merasîma sondxwarina Donald Trump hatibû vexwendin.

Gelek lîder û nûnerên welatan ji bo beşdarî merasima sondxwarinê ya Donald Trumpê ku wek 47emîn Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hatibû hilbijartin ku di 20ê Çileyê de tê plankirin bê kirin, çûn Washingtonê.

Trife Ezîzê ku ji bo merasima sondxwarinê ya Trump hatibû vexwendin, derbarê mijarê de daxuyanî da.

Trife Ezîz got, "Em li bendê ne ku bi rêveberiya nû ya Dewletên Yekbûyî re bixebitin da ku têkiliyên me yên domdar bi vî welatî re xurt bikin."

 
Ev nivîs 57 car hatiye xwendin.