Muslim: Hevdîtina Serok Barzanî û Ebdî pir girîng e, em li benda Trump in
PeyamaKurd - Endamê Meclîsa Serokatiya PYDê Salih Muslim got: “Hevdîtina birêz Mezlûm Ebdî û Mesûd Barzanî ji bo gelê Kurd pir girîng e. Ji bo çareseriya pirsgirêkên heyî û yekitiya Kurdan, divê gav bidomin. Di hevdîtinê de li ser pirsgirêkên Kurdan axaftin hatin kirin û biryar hat dayin ku rêyên diyalogê vekirî bin.”
‘Ji bo rawestandina êrîşa em li benda Trump in’
Li ser êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Minbic û Bendava Tişrînê jî Salih Muslim da zanîn: “Li dijî êrîşan, em li welatên Ewropayê jî hevdîtinên dîplomatîk dikin. Em li bendê ne ku Amerîka jî têkildarî êrîşan daxuyaniyê bide. Em li bendê ne ku Trump ji bo agirbesta berê hatiye îmzekirin, dîsa bikeve meriyetê daxuyaniyê bide. Lê em ji bo her tiştekî xwe amade dikin.”
Muslim got: “Tirkiyeyê piştî ku HTŞê rêveberiya Şamê bi dest xist, êrîşên xwe zêde kirine. Dixwaze herêmên Kurdan dagir bike. Ji bo derbasî Herêma Firatê bibe, dixwaze Bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê kontrol bike. Lê heta niha bi ser neketiye.”
Ev nivîs 40 car hatiye xwendin.