Hûrgiliyên agirbesta Xezeyê eşkere bûn: Berdana dîlan dest pê dike

Hûrgiliyên agirbesta Xezeyê eşkere bûn: Berdana dîlan dest pê dike

PeyamaKurd – Hûrgiliyên agirbesta Xezeyê ku di navbera Îsraîl û Hemasê de hatiye îmzekirin û îro danê sibehê destpê dike eşkere bûn. Peymana agirbestê ji 3 qonaxan pêk tê û îro 19ê Çileyê li saet 08:30 (09:30) li Xezeyê dest pê kir.

Di qonaxa yekem a peymanê de ku 42 rojan dewam dike, hêzên hewayî yên Israîlê, di rojên ku dîl tên berdan de 12 saetan, di rojên din de jî 10 saetan operasyonên xwe li ser Xezeyê radiwestînin. Îsraîl dê êrîşên balafirên xwe li ser Xezeyê rawestîne û çavdêriya hewayî betal bike.

Pevguhertina dîlan dest pê dike

Di roja yekem a peymanê de tê pêşbînîkirin ku dîl piştî saet 16:00an bên guhertin.

Sê dîlên ku wê bên berdan, dê pêşî radestî Xaça Sor bibin, piştre dê bibin Israîlê û ji aliyê tîmên tenduristiyê yên leşkerî ve bên pêşwazîkirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê 6 nexweşxane ji bo qebûlkirina dîlên Îsraîlî amade kirine.

Piştî radestkirina dîlên Îsraîlî, dê nêzî 90 dîlên Filistînî ji girtîgehên Israîlê bên berdan.

Li gorî peymanê:

- 33 dîlên Îsraîlî û zêdetirî 1900 Filistînî (1167 ji wan piştî 7ê Cotmehê hatine girtin) dê bên berdan

- Îsraîl dê hemû jin û zarokên di bin 19 salî de ku ji 7ê Cotmehê ve girtî ne, berde

- Ji bo her dîlekî Îsraîlî 30 Filistînî, ji bo her leşker an endamê ewlekariyê 50 Filistînî dê bên berdan

Alîkariya mirovî:

- Rojane 600 kamyonên alîkariyê (50 jê sotemenî) dê bikevin Xezeyê

- Îsraîl dê ji Netzarimê di 22yê Çileyê de vekişe

- Xelk wê bikare vegere bakurê Xezeyê ku piraniya xaniyan wêran bûne

- Dê karên tamîrkirina rê, dibistan, nexweşxane û binesaziyê dest pê bikin

Hêjayî gotinê ye, peyman ji aliyê hikûmeta Îsraîlê ve hatiye pejirandin û Qeterê jî ragihand ku agirbest 19ê Çileyê roja Yekşemê dest pê kiriye.

Ev nivîs 40 car hatiye xwendin.