Balafira kargoyê ya leşkerî ya DYAyê xwe danî balafirgeha bajarê Hasekiyê

Balafira kargoyê ya leşkerî ya DYAyê xwe danî balafirgeha bajarê Hasekiyê

PeyamaKurd – Balafira kargoyê ya leşkerî ku tê de techîzatên leşkerî û lojîstîk yên leşkerî hebûn, xwe danî balafirgeha Rojavayê Kurdistanê ya bajarê Hasekiyê.

Dema balafir ket nav sînorê Rojavayê Kurdistanê, pê re helîkopterên koalisyona li dijî DEAŞê jî rêhevaltî kirin heya balafir we danî gundewarê Rimêlan balafirgeha Xerab el-Ceirê.

Heya balafir xwe danî balafirgeha li gundewarên Rimêlanê, balafirên şer jî pê re nizim firiyan. Cara dawiyê balafira desteka alavên leşkerî ya DYAyê di 8ê mehê de xwe danîbû heman balafirxanê.

Li Rojavayê Kurdistanê û li Sûriyê 2 hezar leşkerên DYAyê hene.

Ev nivîs 47 car hatiye xwendin.