Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî Cejna Qewiltasê ya Kakeyîyan pîroz kirin
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 14ê Çile ji bo hatina Cejna Qewiltasê ya Kakeyîyan peyameke pîrozbahiyê belav kirin.
Nêçîrvan Barzanî, Cejna Qewiltasê li Kakeyîyên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz kir û got, ew ê wekî herdem parêzerên mafên wan bin û Kurdistan jî wê ji bo tevaya pêkhateyên wê welatê pêkvejiyan û lêborîn û hevpejirandinê bimîne.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de wiha got: “Ez bi germî û ji dil cejna Qewiltasê li tevaya xûşk û birayên Kakeyî li Kurdistan û Îraq û her cihekî cîhanê pîroz dikim. Ez hêvîdar im her sal û bi xêr û xweşî û bextewerî vegere û cejneke tena û asode derbaz bikin.
Her bi vê helkeftinê, em xûşk û birayên xwe yên Kakeyî piştrast dikin ku em dê wekî herdem parêzerên mafên wan bin, û Herêma Kurdistanê ji bo tevaya pêkhateyên wê dê welatê pêkvejiyan û lêborîn û hevpejirandinê bimîne.”
Peyama Mesrûr Barzanî
Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî di peyama xwe de wiha got: “Bi helkeftina Yarên Qewiltasê, ez germtirîn pîrozbahiyan pêşkêşî xûşk û birayên Kakeyî (Yarisan) li Kurdistan û cîhanê dikim. Ez hêvîdar im herdem di şahî û asodebûnê de bin.
Me rêz û hurmeteke zêde ji bo qurbanîdan û rolê niştîmanperwerane yê xûşk û birayên Kakeyî wekî pêkhateyeke resen a Kurdistanê heye. Cejna Yarên Qewiltasê pîroz be û her di xweşiyan de bijîn.”
Ev nivîs 41 car hatiye xwendin.