Serokwezîrê Iraqê Sudani û yê Brîtanyayê Starmer peymanên ortaxiyê û hevkariyê îmza kirin

Serokwezîrê Iraqê Sudani û yê Brîtanyayê Starmer peymanên ortaxiyê û hevkariyê îmza kirin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Sudani û serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer di sehayên hawirdorî, perwerdê, geşepêdanê û hinek sehayên din de, ji bo di navbera her dû welatan de hevkariyê zêdetir bikin, peymanan îmza kirin.

Di nav peymanan de, ji bo xwurtkirina bazirganiya navbera her dû dewletan, paketa bazirganiyê ya bi hecma 12,3 milyar Sterlînî û peymanên garantiya îxracatê îmza kirin.

Li gor ragihandina beşa çapemeniya serokwezîrtiya Iraqê; serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer, di navbera 14,01.2025 -16.01.2025an de, di çarçova seredana fermî ya serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Sudani ya Brîtanyayê de, kir mêvanê xwe. Di daxwuyaniyê da hat gotin:

“Serokwezîrê Brîtanyayê Starmer, ji ber Sûdanî li Iraqê îstîqrar û geşepêdanê kiriye, ew pîroz kir. Her dû wezîr ji bo destekê bidin vizyona Iraqa di nav refahê û hukumraniyê de, beyana girêdana bi ortaxiyê ve ragihandin.”

Ev nivîs 36 car hatiye xwendin.