Serokê Dîwana Edaletê ya Navneteweyî Newaf Selam îstifa kir
PeyamaKurd – Serokê Dîwana Edaletê ya Navdewletî Newaf Selam ku ji bo avakirina hikûmetê li Lubnanê hatibû erkdarkirin, dest ji erkên xwe yên serokatiyê û dadweriyê berda.
Serokê Dîwana Edaletê ya Navneteweyî (ICJ) Newaf Selam ku ji aliyê Serokkomarê Lubnanê Joseph Aoun ve ji bo avakirina hikûmetê hatibû erkdarkirin, ji wezîfeya xwe ya dadweriyê îstifa kir.
Di daxuyanîya ku ji teref ICJê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku Serokê Dadgehê Hakim Navvaf Selam piştî ku wek Serokwezîrê Lubnanê hat hilbijartin di 14ê Çileya 2025an de dest ji endamtiya xwe ya dadgehê berda.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku roja hilbijartina li şûna Selamê ku beriya temamkirina erka xwe ya Serokatiya Dadgehê û wekî dadger îstifa kir, wê ji aliyê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ve were diyarkirin.
Selamê 71 salî ku dema wezîfeya wî di 5ê Sibata 2027an de bi dawî dibe, di 6ê Sibata 2018an de wek endamê Dadgehê hat hilbijartin û di 6ê Sibata 2024an de jî wek Serokê Dadgehê dest bi wezîfeya xwe kir.