Bertekên li dijî tekezkirina cezayê bidarvekirina Pexşan Ezîziyê zêde dibin
PeyamaKurd – Şaxê 39emîn a Dadgeha Bilind a rejîma Îranê, roja (08.01.2025) biryara bidarvekirina zindaniya kurd, Pexşan Ezîzî ya ji bajarê Sineya Rojhilatê Kurdistanê tekez kiribû.
Li dijî vê biryara Dadgeha Bilind a Rejîma Îranê, bertek zêde dibin. Li gorî Tora Mafên Mirov a Kurdistanê (Kurdistan Human Rights Network) radigihîne, îro (15.01.2025) li bajarê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê, ku li gorî sîstema parêzgahên rejîma Îranê navenda parêzgeha Kurdistanê ye, komek jinên kurd li ber avahiya parêzgehiyê çalakiyeke protestoyî li dar xist.
Jinên ku bertekên xwe li dijî tekezkirina cezayê bidarvekirina Pexşan Ezîziyê anî zimên, wêneyên wê û dovîzên li dijî vê biryarê hilgirtin û destnîşan kirin ku “Ev biryar, ne tenê neheqî ye, her weha neheqiyeke eşkere ye li dijî nirxên mirovî û xizmetên civakî yên Pexşan Ezîzî bi wan radibû.”
50 melayên kurdistanî ji bo şermezarkirina biryara bidarvekirina Pexşan Ezîzî û Werîşe Miradiyê daxuyaniyek weşand
Doh (14.01.2025) bi heman mebestê 50 melayên ji Rojhilatê Kurdistanê bertek nîşanî biryara tekezbûyî ya bidarvekirina jina kurd Pexşan Ezîziyê û her weha cezayê bidarvekirina Werîşe Miradiyê da.
Wan bi daxuyaniyeke hevpar, polîtkayên bidarvekirinê yên rejîma Îranê şermezar kir û di daxuyaniya xwe de got: “Belavbûna nûçeya hikimê bidarvekirinê ya bo 2 jinên Kurd, pêleke hêrs, nîgeran û nerehetiyê di nav beşên cuda yên civakê de, li hundir û derveyê Îranê de çêkiriye.”