Mesrûr Barzanî li Davosê bi sekreterê giştî yê NY Guterres re civiya
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li Îsvîçre li Davosê bi sekreterê giştî yê NY Guterres re civiya. Di civînê de li ser rewşa Iraqê ya giştî, hukumeta federal û têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê axifîn. Her dû lîder behsa rêzgirtina hukumeta federal ya li mafên Kurdistanê yên destûrî û darayî kirin.
Mesrûr Barzanî, bi qiymet behsa tewrê nûnerê sekreterê giştî yê NY li Iraqê û serokê UNAMIyê Dr. Muhammed Hassan kir ku çawa dixebite da pirsgirêkên navbera Bexda û Hewlêrê çareser bibin.
Her dû teref li ser pêşdeçûnên li Rojhilata Navîn, rewşa Xezayê û Sûriyê rawestiyan. Her weha li ser dewama agirbesa li Xezayê, li Sûriyê pêkhatina aştiyê û îstîqrarê desteka navdewletî xwestin û li ser mijarana bûn hemfikir.
Ev nivîs 37 car hatiye xwendin.