HSD: Me 14 çekdarên ANSyê kuştin
PeyamaKurd – Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (HSD) amara nû ya şerê li dijî Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê ya bi ser Tirkiyê ve li başûrrojhilatê bajarê Minbicê belav kir û ragihand, di bersivdayîna hêzên wan de, 14 endamên komên çekdar hatine kuştin.
HSDyê li ser malpera xwe ya fermî daxuyanî da û ragihand, hejmarek endamên komên çekdar li eniya Siryatîlê ya başûrê bajarê Minbicê hewl da ku êrîşî ser baregehên wan bikin, lê hêzên wan bi tundî bersiv da û di encamê de çekdarek hate kuştin.
Li gorî daxuyaniya HSDyê, hêzên wan di nava 24 saetên bihurî de hin operasyonên leşkerî li gundê Ebû Qelqel, kela Necim û yê Til Ereşê pêk anîn û tê de 13 endamên komên çekdar hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn.
Li gorî daxuyaniyê HSDyê, balefirên Tirkiyê gundên Bîrheso, Tîne û Ce’de, depoyên Sirîn û navçeyên derdora pira Qereqozaqê û bendava Tişrînê bombebaran kiri, lê HSDyê xisara wan êrîşan eşkere nekir.
Ev nivîs 43 car hatiye xwendin.