Serokomarê Iraqê: Me di navbera HSD û HTŞê dest bi navbeynkariyê kiriye

Serokomarê Iraqê: Me di navbera HSD û HTŞê dest bi navbeynkariyê kiriye

PeyamaKurd - Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd ragihand ku wan wekî Iraq di navbera HSD û Rêveberiya HTŞê ya Sûriyê de, dest bi navbeynkariyê kiriye.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hisên jî daye xuyakirin ku wê êrîşên Tirkiyê li dijî kurdan metirsiyên mezin bi xwe re bîne.

Serokomarê Iraqê Ebdulêtîf Reşîd, ji Sky News re eşkere kir ku wan dest bi navbeynkariyê di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û rêveberiya demkî ya Sûriyê de kirine.

Fuad Hisên jî li bajarê Davos ê Swîsreyê li ser êrîşên Tirkiye û komên çekdarên wê bi ser Rojavayê Kurdistanê de got, êîrişên Tirkiyê li dijî kurdan wê metirsiyên mezin bi xwe re bîne.

Ev nivîs 49 car hatiye xwendin.