Trump gefa cezayên tund li Rûsyayê xwar û got: ‘Ezê qencîyeke mezin li Pûtîn bikim’
PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ger Rûsya şerê Ukraynayê ranewestîne, wê Amerîka cezayên aborî yên li dijî Rûsya tundtir bike.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Truth Socialê li ser şerê Ukraynayê got: "Ez naxwazim zirarê bidim Rûsyayê. Ez ji gelê Rûsyayê hez dikim û her tim têkiliyên min ên pir baş bi Serok (Vladimir) Putin re hebûn, min tevî derewa Çepên Radîkal ên 'Rûsya, Rûsya, Rûsya' jî ev yek pêk anî. Divê em tu carî ji bîr nekin ku Rûsyayê alîkariya me kir ku di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de ji bo bi ser bikevin û di vê pêvajoyê de hema hema 60 mîlyon kesî jiyana xwe ji dest da.”
Ez ê qencyike mezin ji Serok Putin re bikim
Trump diyar kir, “Ev hemû li aliyekî, ez ê qenciyeke mezin ji Rûsya û Serok Putin re bikim, ku aboriya wan ber bi têkçûnê ve diçe. Niha bigihîjin lihevkirinekê û vî şerê beredayî rawestînin! Rewş tenê dê xerabtir bibe. Eger em lihevkirinekê nekin û di demeke kurt de nekin, dê ti hilbijartineke min nebe ku bac, tarîfe û cezayên bilind li ser her tiştê ku ji Rûsyayê heya Dewletên Yekbûyî û welatên din ên beşdar têne firotin ferz bikim.”
Dema peymanekê hatiye
Trump da zanîn, “Ev şer, eger ez serok bûma dest pê nedikir, divê êdî bi dawî bibe! Em dikarin bi rêya hêsan an jî bi rêya zehmet bikin û rêya hêsan her tim baştir e. Êdî dema peymanekê hatiye. Divê zêde mirin çênebin!”
Ev nivîs 44 car hatiye xwendin.