DAVOS | Mesrûr Barzanî bi Serokwezîrê Kirwatya re têkiliyên dualî gotûbêj kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ku hevdîtinên xwe yên li Korbenda Aborî ya Davos a Swîsreyê berdewam dike, îro 23yê Çile di dawiya roja beşdariya xwe di Korbenda Aborî ya Cîhanî ya Davosê de, bi Serokwezîrê Kirwatyayê Andrej Plenkoviç re hevdîtin kir.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser hevdîtinê ragihand ku di civînê de Wezîrê Derve yê Kirwatyayê Gordan Radman jî amade bû.
Hate diyarkirin ku di wê hevdîtinê de, pêşxistina pêwendiyên dualî û pêşhatên dawî û rewşa giştî ya Iraq û navçeyê hatin gotûbêjkirin.
Herdu alî li ser pêwîstiya bihêztirkirina têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Kirwatya de, bi taybetî di warê aborî û veberhênanê de hevnêrîn bûn.
Ev nivîs 44 car hatiye xwendin.