Mesrûr Barzanî xwest ku Kurdistan jî di nav peyamana Iraqê û BPê ya Kerkûkê de hebe

Mesrûr Barzanî xwest ku Kurdistan jî di nav peyamana Iraqê û BPê ya Kerkûkê de hebe

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Davosê di Foruma Aboriya Dinyayê de (WEF) ji bo ajansa Reutersê axifî û got:

“Hukumeta Iraqê û şîrketa petrolê ya Brîtanya BP, li ser tamîra sehayên petrol û gaza Kerkûkê dê li hev bikin û peyman girêdin lê pêwiste Herêma Kurdistanê jî tevlî peymanê bikin.

Ciyê ku Iraqê bi BPê re li serê hevdîtin kiriye, di nav deverên ku arîşe li ser wan hene de ye. Li gor destûrê; li ser deverên arîşe li ser wan hene, ne hukumeta Bexdayê ne jî ya hukumeta Kurdistanê dikare biryara yekalî bide. Em ne li dijî pêşdebirina sehayên petrolê û gazêne lê em li hemberê mekanîzmayêne.”

Çavkaniyekî ku navê xwe nedaye û bi ajansa Reutersê re axifiye û gotiye ku ji bo Kurd tevlî peymanê bibin, eger bi rayedarên BPê re hevdîtinekî cuda bikin dê baştir be.

Ev nivîs 24 car hatiye xwendin.