HSD, MSD û Rêveberiya Xweser li ser geşedanên dawî axivîn

HSD, MSD û Rêveberiya Xweser li ser geşedanên dawî axivîn

PeyamaKurd – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD/DSM) û Rêveberiya Xweser a Rojava bi armanca nirxandina rewşa siyasî û leşkerî ya li Sûriye û Rojava civînek li dar xistin.

Rêveberiya Xweser ragihand ku ji bo geşedanên li Sûriye û Rojava bi HSD û MSDê re civîneke hevpar li dar xistin.

Li gorî daxuyaniyê, di civînê de mijarên wekî danûstandinên bi rêveberiya nû ya Şamê re û pêşîgirtina li êrîşên Tirkiyê û komên çekdar ên ku piştgiriya wê li ser Rojava dike, hatin gotûbêjkirin.

"Pêwîst e partiyên navneteweyî rola xwe bilîzin"

Hin biryarên ku di civînê de hatin girtin wiha ne:

Divê hemû aliyên navneteweyî rola xwe di zexta dewleta Tirk a ji bo agirbesteke giştî de bilîzin û li gorî peymanên hatine îmzekirin tevbigerin.

Herwiha pêwîstî bi agirbesteke giştî li tevahiya xaka Sûriyê heye.

"Pêwîst e têkiliyên bi pêkhateyên li hemû herêmên Sûriyeyê re bên zêdekirin, eniya hundir jî were xurtkirin da ku di bûyerên rojane yên li Sûriyeyê de bi awayekî aktîf cih bigire."

Beşdarên civînê

Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî, endama Fermandariya Giştî ya YPJê Rohilat Efrîn, Hevserokên MSDê Leyla Karaman û Mahmût El Mislit, Hevserokên Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser Evîn Sûved û Huseyîn Osman û cîgirên wan beşdarî civînê bûn.

 
Ev nivîs 49 car hatiye xwendin.