Mesrûr Barzanî bi Wezîrê Karûbarên Derve yê Sûriyeyê Şeybanî re civiya

Mesrûr Barzanî bi Wezîrê Karûbarên Derve yê Sûriyeyê Şeybanî re civiya

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Karûbarên Derve yê rêveberiya nû ya Sûriyeyê, Esed Hesen Şeybanî rewşa Sûriyeyê, herêmê û bipêşxistina peywendiyan gotûbêj kirin.

Îro pênçşemê (23.01.2025) li Davosê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Wezîrê Karûbarên Derve yê Sûriyeyê Esed Hesen Şeybanî kir.

Di hevdîtinê de rewşa giştî ya Sûriyeyê, bipêşxistina peywendiyên dualî û pêşhatên dawî yên li herêmê hatin gotûbêjkirin.

Wezîrê Karûbarên Derve yê Sûriyeyê Şeybanî derbarê rewşa nû ya Sûriyeyê û hewlên rêveberiya nû ya ji bo peydekirina aramiyê û pêşkêşkirina xizmetguzariyên giştî ji welatiyên xwe re, agahdarî pêşkêşî serokwezîr kir û got, “Kurd birayên me ne, civakeke girîng û bi rûmet a Sûriyeyê ne. Em piştrast dikin ku dê mafên wan bên parastin.”

Her weha hate zanîn ku Şeybanî, Mesrûr Barzanî vexwendiye Şamê.

Ev nivîs 46 car hatiye xwendin.