Heyeta Îmraliyê piştî hevdîtina li gel Ocalan daxuyanî da
PeyamaKurd – Heyeta Îmraliyê ku ji parlamenterên Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM) Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan pêk tê, duh bi Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî.
Heyetê piştî hevdîtinê îro daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin dayîn:
“Em heyeta Îmraliyê ya Partiya DEMê me di 22yê çileya 2025an de li Girava Îmraliyê bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anî.
Di hevdîtinê de birêz Ocalan destpêkê sersaxî ji malbatên wan kesan re xwest ku di şewata trajîk a Boluyê de jiyana xwe ji dest dan û ji birîndaran re jî şîfaya xêrê xwest.
Heyeta me der barê wan mizakereyan de ku me kirine agahiyên pêwîst dane wî.
Xebatên birêz Ocalan ên derbarê pêvajoyê de dewam dikin. Piştî ku li ser vê mijarê amadekarî bi dawî bibin, daxuyaniyên pêwîst dê ji raya giştî re bên kirin.
Heyeta me xebat û têkiliyên dê xwe bidomîne, her ku geşedan rû bidin em ê raya giştî haydar bikin.
Ev pêvajo wê bike ku em hemû bi hev re û azad bijîn. Bi hêviya ku ev yek pêk were em ji hemû beşên civakî tevkariyên hêja hêvî dikin.”
Ev nivîs 37 car hatiye xwendin.