Serokwezîr Mesrûr Barzanî wê li Davosê bi Wezîrê Derve yê Sûriyê re bicive
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî wê îro li Davosê bi Wezîrê Derve yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê Şeybanî re bicive.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya Lûtkeya Davosê de pêwendiyên xwe didomîne.
Berdevkê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Ezîz Ehmed li ser torên civakî ragihand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî wê îro ligel Wezîrê Derve yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê Esed Hesen Şeybanî bicive.
Ezîz Ehmed da zanîn ku ev hevdîtin piştî hevdîtinên bi rayedarên Urdin, Îmarat, Tirkiye û Behreynê re pêk hatiye û dê trafîka dîplomatîk a bi Qeterê re berdewam bike.
Ezîz Ehmed derbarê naveroka hevdîtinan de agahî da û got, "Armanca me kêmkirina aloziyan li Rojhilata Navîn û dabînkirina hevkariyeke zêdetir ji bo parastina mafên gelê Kurd li Sûriyê ye."