Bane / Rejîma Îranê kolberek hedef girt û ew birîndar kir

Bane / Rejîma Îranê kolberek hedef girt û ew birîndar kir

PeyamaKurd – Kolberekî ciwan ê ji bajarê Seqizê yê ku hate zanîn Saro Weysî ye, li ser sînorê Banê yê Rojhilatê Kurdistanê bû hedefa çekdarên rejîma Îranê û birîndar bû.

Raporeke ku gihîştiye ber destên Saziya Mafê Mirov a Hengawê, radigihîne ku êvara duşemê 20.01.2025), Saro Weysî (20) yê ji bajarê Seqizê, li ser sînorê “Hengejale” yê Banê, ji alî çekdarên rejîma Îranê ve bûye yekser bûye hedef, bi destên wan birîndar bûye û birînên wî xedar in.

Hengaw bi riya zarê kesekî agahdar diyar dike ku “Tevî ku tu bar bi vî kolberê ciwan re nebûye jî, bi çeka kalaşnîkovê ji lingê xwe ve rastî guleyên van hêzan hatiye û ji bo tedawiyê ew rakirine nexweşxaneya Selahedîn Eyûbî ya li Banê.”

Ev nivîs 40 car hatiye xwendin.