Heyeta BBPê seredana Şamê kir

Heyeta BBPê seredana Şamê kir

PeyamaKurd – Heyeta Partiya Yekîtiya Mezin (BDP) ya Tirkiyê seredana Şamê kir. Seredana BBPê ya ewiliye ku partiyekî ji Tirkiyê seredana Şamê dike.

Li gor ragihandina nivîskî ya partiya BBPê; li ser çûna rejîma berê ya Sûriyê ya di 08.12.2024an de, li Sûriyê rûpelekî nûh vebûye û ji Tirkiyê gelek heyet seredana Sûriyê kirine û rewşa dawî ya Şamê ji nêz de dişopînin.

Heyeta di bin serokatiya cîgirê serokê partiyê Emin Serin de, ewilî ziyareta balyozê Tirkiyê yê Şamê Burhan Köroğlu kirine. Di daxwuyaniyê de hat gotin ku seredana balyozê Tirkiyê yê Helebê Muammer Hakan Cengiz jî kirine û li Şamê seredana ofîsa THY ya li balafirgeha navdewletî ya  li Şamê kirine.

Di daxwuyaniyê de nehat gotin be li Şamê bi kîjan rayedarên Şamê re hevdîtin kirine.

Ev nivîs 36 car hatiye xwendin.