Hûsî: Me xebatkarên keştiya Îsraîlê Galaxy Leader serbest berdan!
PeyamaKurd – Hat ragihandin xebatkarên keştiya Îsraîlê ya bi navê 'Galaxy Leader' ku Hûsiyên Yemenê ragihandibûn ku di Mijdara 2023an de bi dest xistine, ji aliyê Hûsiyan ve hatin berdan.
Ofîsa Bilind a Siyasî ya Hûsiyên Yemenê yên ku Îran piştgiriya wan dike, ragihand ku wan xebatkarên keştiya Îsraîlê ya bi navê 'Galaxy Leader' serbest berdan.
Li gorî ajansa nûçeyan a SABA ya girêdayî Hûsiyan, Hûsiyan di daxuyaniya xwe de got, "Em radigihînin ku me xebatkarên keştiya Galaxy Leader ku di 19ê Mijdara 2023an de di çarçoveya şerê ji bo piştgiriya Xezzeyê de girtibû, serbest berdan. ."
Hûsiyan di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku ev gav ji bo piştgirîkirina peymana agirbestê ya ku roja Yekşemê 19ê Çile li Xezzeyê ketiye meriyetê hatiye avêtin, lê derbarê çarenûsa keştiya Galaxy Leader û hejmara xebatkarên ku hatine berdan de tu agahî nedan.
Ji aliyekî din ve, kanala El-Masira ya Hûsiyan ragihand ku "Di çarçoveya rêkeftinên agirbestê li Xezzeyê, balafireke Omanî ligel 25 karmendên keştiya Galaxy Leader ji Balafirgeha Navneteweyî ya Sana derket."